Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî û mangirtina li Îranê de berdewame

12:12 - 16 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Nerizayet û mangirtin û xwenîşandana qatên cudacudaye civatgehê li Îranê de berdewame û li çend nuçeyên cuda de belaw bûye:

Li dirêjiya nerizayetiyan de, Kirêkarên Karxaneya Azerab ya Erakê, li henber taybetî kirina vê Karxanê û ne xûya bûna pêşe roja kar û hiquqê xwe, ewa çend roje dest kirine bi mangirtin û nerizayetiyê.

Şofêrên Taksiyên li Firokexana Xumeynî, bi nîşana nerizayetî li henber Taksiyên xwe, li henber deftera serokatiya Dezgeha Dadweriyê man girtine û kar nakin. Wan Şofêran heta niha 100 Milyon Tumen qist dane ku Tasiyên Nu wergirin, lê ne tenê wan Tasî wernegirtine, belkî ew niha daxwaza dirafê xwe jî dikin, kes bersiva wan nade.

Hejmarek ji Peymankarên Şaredariya Tehranê li henber guh nedana rejîmê bi daxaziyê xwe, li ber derê Şêvra Îslamiya Tehranê kom bûn û dest kirne nerizayetiyê.

Ew Peymankar dibêjin ku Şaredarî serweyî 200 Milyon Tumenî qerdarê hinek ji wan Peymankaraneye.