Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî û xwenîşandan di Îranê de berdewam e

11:06 - 22 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rojane parên cuda yê civatgeha îranê, nerizayetî û xwenîşandan û gireva, li hember zulm, sitem û mafxwariyê, berdewame ku, li Mediayan ve giringî pê nayê danê.

Girev û nerizayetiya kedkaran li Kargeh û şirketên cuda cuda yê Îranê de berdewame û rejîm jî di cihê dana bersiva daxwazên wan, cehdê dike ku wan bê deng û tepeser bike.

Kedkarên Neyşekera 7 Tepe, roja Duşemiyê 29`ê Rezberê, bi armanca piştewanî ji kedkarên derêxistî yê vê kompaniyayê, û nebûna ewlehiya kar û hilweşandina daxwaza taybetî kirinê, û herwisa dawî pêanîna bi çêkirina perwendê bo Kirêkaran, dest kirine girev girtin û neçûne ser kar.

Herwisa di nûçeyekî din de hatiye ku kedskarên karxana Pitroşîmiya Farabî, ya Bendera Mahşehrê, bi merema nerizayetî li hember wernegirtina daxwazên xwe, dest kirine girev girtyinê.

Herwisa kedkarên Îdara Mixabirata gundan ya parêzgeha Xuzistanê, bi hegera cîbicî nebûna gelala pilebendiya kar, ji aliyê şêrketa Mixabiratê ve, dest kirine bi xwenîşanda û nerizayetiyê.

Li hemû cihekê hezên rejîmê bi gef û êrîşê dixwazin neraziyan bê deng bikin.

Rejîmê sedan kedkarên nerazî destbiser kirine.