Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî û xwenîşandana berfirehe xelkê Rûsiyê bi dijî êrîşa bo ser Ukraynê

11:58 - 25 Şibat 2022

Li çendîn bajarên mezine Rûsiyê de, xelkê wî welatî rijiyane ser şeqaman û bi dijî şer derketin.

Piştî êrîşa Rusiyê bi fermana Serkomar Vîlademîr Potîn, bo ser Ukraynê û destpêkirina şer, roja Pêncşemiyê 24ê Şibata 2022 an, li çendîn bajarên Rûsiyê xelk derketne ser şeqaman û bi nîşana nerizayetî ji siyaseta deshilatdarên welatê xwe dirûşmên dijî şer dan û daxwaz kirin ku hindî zû bila şer û êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê bête ragirtin.

Xelkê Rûsiyê dibêjin ku Potîn bi bê guhdan bi tenahî û jiyana xelkê welat, tenê bo armancên berfirehxwaziya xwe ev şer û dagîrkarî li ser ukraynê destpê kiriye.

Li piraniya bajaran de hêzên tepeserkar û dijî şorişe Rûsiyê êrîş kirne ser xelkê xwenîşander û gorî zaniyariyan sedan kes destbiser kirine û bi tûndî xwenîşander dane ber lêdan û kutanê û bi havêtina gaza rondik îner cehd kirin ku xwenîşanderan jev belav bikin.

Dewleta Rûsiyê ragihandiye ku dê heçî xwenîşandanekê bi tundî tepeser bike, lê ev yêka nebû sedem ku xelkê bi dijî şer çavtirsandî bin, belkî hindî pêde diçe xwenîşandana bi dijî şer ji aliyê xelkê Rûsiyê ve berfirehtir dibe.

Herwisa li Komarên Gurcistanê û li zaf welatên Ewropayê de jî xwenîşandanên bi dijî êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê hatne lidarxistin.

Xelkê Rûsiyê bi taybetî li bajarên wekî Misko, Senotrz borg û Yêktarîn borgê li xwenîşananande radigehandin ku bi sedema siyaseta dagîrkariya Potîn, zerermendê sereke dê xelkê wî welatî be û bi hegera giwaş û dorpêçên abûriya cîhanê bi dijî Rûsiyê, dê rewşa jiyan û abûriya xelkê, biherife ku ewajî bo Potîn girîng nîne.