Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya kedkar û ajotvanên kamiyonan li çendîn bajarên Îranê de berdewam e

13:33 - 20 Nîsan 2022

Roja Sêşemî 19ê Nîsanê, hejmarek ji xelkê gundê “Seravan” ê girêdayî parêzgeha “Reşt”ê, hejmarek ji kedkarên “Fezaya Kesk” ên bajarvaniya “Robat Kerîm” a girêdayî parêzgeha Tehranê, hejmarek ji kedkarên beşa Xizmetkarî ya bajarvaniya devera 2 ya bajarê “Nêşabûr” li parêzgeha Xurasanê, girûpek ji maljidestdayên kompaniya Maşîn li Tehranê, li ber deriyê Fermandarî û Şêwraya bajar û ofîsa pêwendiyên beşa dadwerî ya rejîma Îranê li bajar û parêzgehên xwe kom bibûn û kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Herwisa kedkarên zanîngeha Azad a Meşhedê, hejmarek ji kedkarên kompaniya “Kaşî Îsfehan”, hejmarek ji şêwirmendên parastin û xizmetkariyên parastina wezareta “Teavon, Kar û Xweşbijîvî” ya komelayetiya Wezaretxaneyan, li derheq pirsgirêk û xirabiya rewşa jiyanê nerizayetiya xwe nîşan dane û daxwaza pêregihîştina berpirsan bi rewşa xwe kirine.

Herwisa roja Çarşemî 20ê Nîsanê hejmarek ji kedkarên kompaniya “Berhemanîna Neft û Gaz” a “Mescid Sulêyman”ê kombûna nerizyetiyê lidar xistine.

Wan kedkaran li derheq biryara vê kompaniyê li ser şîfta karî ya 8 demjimêrî nerizayetiya xwe nîşan dane û daxwaza karê 12 demjimêrî kirine.