Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya kirêkarên Nêyşekera Heftepe berfirehtir dibe

11:49 - 19 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di demekê de ku pitir ji du heftiyane bi ser girev û xwenîşandana kirêkarên Neyşekera Heftepe re derbas dibe, malbatên wan kirêkaran bona piştgîriya ji kirêkaran tevlî nerizayetî û xwenîşandanan bûn.

Di cihê vê de ku berpirsên rêjîmê guh bidne deng û daxwazên kirêkaran, li çend rojên derbasbûyî da dehan çalak û kirêkar destbiser kirine.

Bona piştgîriya kirêkaran parek ji xelkê bajarê Şûş û xwendekar jî tevlî xwenîşandana kirêkaran bûn.

Kirêkarên Neyşekera Heftepe, bona anîna ber basêye daxwaziyên xwe, destpêkê da neçûne ser kar, û gava berpirsan guh nedane daxwaza Wan, di pêngava duyan de di nava karxanê de civiyan, û bê bersiviya berpirsan ev neçar kirin bo nerizayetiya zêdetir dest bi xwenîşandan bikin û cûne ber derê fermadariya bajarê Şûşê. Ew nerizayetiya kirêkaran niha bi piştgîriya xelkê û qatên din, bûye girse û xwenîşandaneke berfire li bajarê Şûşê û daxwaza piştgîriya hemî xelkê Îranê jî tê kirin.

Kirêkaran biryar dane heta hemî daxwaz û mafê wan nehêne berçavgirtin û cîbicîkirin, ev wê berdewam bin li ser nerizayetîya xwe.