Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya Mamostayan li Îranê de berdewame

12:14 - 23 Şibat 2022

Di pitir ji 100 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, Mamostayan nerizayetî dane xuyakirin û xwenîşandan kirin.

Roja 22 yê Şibata 2022an a zayînî, li seranserî Îranê de bi nîşana nerizayetî li hember rewşa xirabe abûriya xwe û wan feq û cudahiyên ku rejîm dadinê ser wan, rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan lidarxistin û diruşm dan.

Bajar û parêzgehên mezine wekî Tehran, Erdebîl, Qezwîn, Zencan, Şîraz, Çwarmihal û bextiyarî, isfehan, û li Rojhilatê Kurdistanê jî parêzgehên Kirmaşan û Sine û çendîn bajarên dinê, şahidê xwenîşandan û nerizayetiya mamostayan bûn.

Mamostayên Kurdistanê li Parêzgeha Sine û Kirmaşanê, di daxûyaniya xwe de amaje bi sitema li ser xwe kirin û ragihandin ku ev çend sale me mamostayan çendîn pirskirêk û arîşe hene û tu kes li deshilatdaran dengê me nabihîse û yan sozên direvîn didin bona çareser kirin wan arîşên me.