Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya sernserî ya mamostan berdewam in

11:14 - 22 Îlon 2021

Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de nerizayetiya mamostayan berdewam in û mamostayan ragihandine ku heta daxwazên wan neyêne cîbicîkirinê nerizayetiyên xwe didomînin.

Di parêzgehên “Kirmaşan û Sine”ên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa li parêzgeha Xûzistanê nerizayetiya mamostayan berdewam bû û mamaostayan daxwaza cîbicîkirina rêzbendî û herwisa çareserkirina pirsgirêkên xwe kirine û ragihandine ku eger daxwazên wan cî bi cî nebin, wanegotinên xwe li polên hînkariyê de radigrin.

Rejîma Îranê di her doreyeke Serkomarioyê de silogana baştirkirina rewşa jiyan û karê mamostayan dane lê heta niha ti ji wan sozên xwe bi cih neanîne û bi tevahî bi çewt derkevtine.

Xwenîşandan û kombûnên nerizayetî heyamekî zêde ye ku di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve diçin lê heta niha rejîma Îranê ti bersivek bi daxwazên wan mamostayan nedaye û bo çareserkirina pirsgirêkên wan ti pêngavek hilnegirtine.

Herwisa hevdem çendên kombûn û xwenîşandanê din bi rê ve çûne wekî kombûna nerizateyiya xisarpêketiyên kompaniya “AZWIKO” li rûberûyê deriyê bînaya Wezareta “Pîşe, Kangeh û Ticaret”ê ku digel hêzên întizamî ên rejîma Îslamiya Îranê tûşî levdan û kutanê hatibûn û herwisa kombûna nerizayetiya karmendên bankên tevlihevkirî ên rejîmê li bajarê Tehranê û berdewamiya kombûna kedkarên kompaniya berhemanîna berqê a rojavaya Karûnê li derheq sozên çewt ên berpirsan bi rê ve çûne.