Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya tex û qatên cuda yên civakê di Îranê de berdewam e

12:49 - 16 Şibat 2022

Nerizayetiya tex û qatên cuda yên civaka Îranê li derheq çaresenekirina pirsgirêk û astengiyên wan û cîbicînekirina daxwazkariyên wan berdewam e.

Roja Duşemî 25ê Rêbendanê komek ji kedkarên karxaneya “Kiyan Tayir” a bajarê “Îslamşehir” kombûnek nerizayetiyê lidar xistin.

Wan kedkaran li derheq giringînedan bi rewşa kar û dabînekirina heqdestê wan yê mehane nerizayetiya xwe nîşan dan û bi nîşana nerizayetiyê çendîn teker li ser şeqam şewitandin.

Hevdem di vê rojê de komek ji kedkarên derkirî yên şirketa “Newerd Lûle” a bajarê “Ehwaz”ê li derheq derkirina wan li ber deriyê Îdareya Parêzgariya parêzgeha “Xûzistan”ê kom bûn û daxwaza zivirîn bo ser karê xwe kirin.

Her di vê derheqê de kedkarên şirketa “Pola” a ser bi bajarê “Ehwaz”ê bo roja duyê neçûne ser karê xwe û li ber deriyê Parêzgariya parêzgeha “Xûzistan”ê kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Herwisa roja Yekşemî 24ê Rêbendanê komek ji xwedî pişka maljidestdayên bazara dirav li beranber Dezgeha Dad a rejîmê li bajarê “Tehran”ê kom bûm û nerizayetiya xwe nîşan dan û daxwaza çareserkirina pirsgirêk û astengiyên ser rêya xwe kirin.