Roja Înê 15ê Nîsanê, werzêrên bajarê Îsfehanê bo carek din kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Werzêran seba rewşa xirab a werzêran li wê parêzgehê, nerizayetiya xwe nîşan dane û daxwaza pêregihîştina wan li perpirsên pêwendîdar kirine.
Herwisa roja Înê 15ê Nîsanê, hejmarek ji kedkarên projeya palavtingeha “Adîş”a Kenganê, kombûna nerizayetiyê lidar xistine.
Wan kedkaran bo nîşandana nerîzayetiya xwe li derheq kêmiya heqdestê mehane û rewşa xirab a jiyanê, dest ji kar berdane û nêzî palavtingehê kombûna nerizayetiyê lidar xistine.
Herwisa wan kedkaran daxwaza zêdekirina %57 a heqdestê mehane kirine.