Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xelkê Ehwazê li dijî rejîma Îranê berdewam e

12:46 - 12 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana Ehwazê berfirehtir bûye, û çend bajarên din jî tevlî vê xwenîşandanê bûn, û li dijî dagîrkariya rejîma Îranê xwenîşandan dikin.

Ev dîmenên ku di nav torên civakî de belavbûne ne Bexdade ne jî Kerbela û besre ye, ev xelkê nerazî yên bajarê Ehwazê ne. Û alaya rejîma Îranê tînine xwarê.

Herwisa xwenîşandan li dijî rejîma dagîrger ya Îranê xwenîşandanan dikin û serhildan giîştiye astekê ku xelk bi çekan hatine nav xwenîşanderan û teqeyan dikin, û rejîma Îranê jî, li tiresa serhildana giştî tî bertekek heya niha nîşan nedaye.

Di dîmenê de ku li nav torên civakî de belavbûye, siloganan didin û dibêjin, Ehwazî rabin ser xwe, û daxwazê ji hevwelatiyan din ku, tevlî serhildana Ehwazê bin.

Xelkê Ehwazê dizanin bêdengî li hember tawanên rejîma îslamî bindestiya bê dawiye.

Herwisa xelkê bajarê Xoremşehir û Abadan jî, tevlî xwenîşandanên Ehwazê bûn, û li dijî rejîma Îranê, siloganan didin.

Xelkî nerazî nabe fêlên bêdengiya rejîma Îranê bixwin, û dibe hemû bajarên din jî bihevre bi yek deng li dijî wî rejîma dagîrger xwenîşandanan bikin.

Roja 19`ê Xezelwerê, Hesen Heyderî Ciwanê Helbestvan yê Erebê Ehwazê, ku berê, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû destbiserkirin, bi awayekî cihê şikê di nexweşxanê de canê xwe ji dest da.

Her bi wî sedemê û sedan hêcetên din, xelkê Ehwaz û çend bajarên Erebnişîn li dijî rejîma Îranê, nerizayetiyan nîşan didin.