Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xelkê Îranê roj bi rojê berfirehtir dibe

11:19 - 11 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nerizayetî û xwenîşandana qatên cuda yên Îranê li hember bêdadiya rejîmê berdewam e.

Li çend raporên ku li ser torên civakî hatine weşandin, lê di nav mediyayan de bas jê nayê kirin, dide xuyakirin ku li piraniya bajaran û di nava parên cuda yên xelkê Îranê de nerizayetî berdewam e.

Di piraniya bajaran de mamosteyên dibistanan û bi taybetî mamostayê xanenişîn, dest avitêne bi xwenîşandanê, û ji bili daxwaza mafê xwe, siloganan didin ku, dibe mamostayên hepsî bêne serbestkirin.

Kedkarên Nîyşeker ya Heft Tepe, berdewamin li ser xwenîşandan û nerizayetîkirinê, ku parek ji kedkaran çendîn mehe heqdest wernegirtine û her bi vê sedemê parek hatine hepiskirin û parek jî, li ser kar hatine derêxistin.

‍‍Roja derbasbûyî parek ji kardanerên sindoqa bîme ya werzigariya seranserî ya welat, li hember bînaya Kora berhevdan a berjewendiya rejîmê, kombûn û nerizayetî dane kifşê.

Nerizayetiya xwediyê erdên hemberî parka Kuhistan li bajarê Yezdê, li hember parêzgariya wî bajarî kombûn û dest dane nerizayetiyê û daxwaza erdê xwe dikin ku rejîmê dest bi serde