Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xudan Pez û terşan li hember Vaksen nekirina Pêzê wan

11:44 - 19 Gulan 2020

Berpirsên Peyteriya terş anku “Dampizişkî” a parêzgeha Urmiyê hevdem di gel nesax ketina Terş û Pez di werzê Biharê de, xwe ji Vaksen kirina Pezê herêma Mirgever a Urmiyê serve dibin, ewa jî bûye sedema nerizayetiya xelkê xudan pez û heywanê vê herêmê.

Xudan Pez û Terşê devera Mirgever dibêjin: ehera hindê heye ku di pêşerojê de, sedan ser pez û heywanê wan bi hegera nesaxî û ileta “Tebekê” bitelifin û ji nav biçin.

Berpirsên Dampizişkiya Urmiyê di bersiva daxwaz û nerizayetiya xelkê xudan pez û Terş de gotine: bi hegera dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, derzî û derman kêm hene.

Berpirsên rejîmê gotine xelkê dibe hûn hebxwe Dermanên hewce bikirin , hingê ev jî dê pizişkan bişînin û bo pezê wan bikar bînin.

Berpirsên Dampizişkiya rejîmê di demekê de basê kêmiya dermanan ku tewawî dermana di destê Organêt rejîmê deye, lê xelkê neçar dikin ku biçin hemen dermanan bi nirxekî gelek biha li bazara azad bikirin