Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiyên mamosteyan li Kurdistan û Îranê, rastî bertekên berprisên rejîmê hat

17:41 - 12 Şibat 2022

Belavbûna bangeşeya Şêwra Hevahengîkirina Mamosteyên Îranê, bona lidarxistina  xwenîşandanên nû yên nerizayetiyê, li roja Şemî 30`ê Rêbendanê û Sêşemî 3`ê Reşemehê, û herwisa pêşwazîkirina mamosteyan ji vê bangeşeyê, bertekên berprisên rejîma Îranê lipey xwe anî.

Îdareya Perwerde û Hînkarî yên bajarên weke “Seqiz û Sahibê”, bona pêşîgirtina ji birê ve çûna xwenîşandanên nerizayetiyê, gef ji mamosteyên çalak yên warê Pîşeyî xwarine

Li bajarê Seqiz û herwisa li bajarê Sahêbê, berprisên  beşa parastin(heraset)ê , bi awayekî berdewam digel mamosteyan di peywendiyê de bûne da ku, wan li beşdarîkirina di kombûnên nerizayetiyê de poşman bikin û pêşî ji lidarixistina kombûnan bigirin.

Di wan bajaran de, rejîma Îranê li rêya destûpeywendiyên xwe, hewl dide ku bi givaş xistina li ser mamosteyan û herwisa gazîkirina mamosteyên çalak, û bi gefxwarinan, wan li beşdarîkirina di kombûnên nerizayetiyê de poşman bike.

Her di vê peywendiyê de, hinek ji wan destûpeywendiyên rejîmê li navçeya “Zêve”ya girêdayî bajarê Seqizê dinav rêzên mamosteyan de, hewla çêkirina dubendiyê didin.