Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerohniya mirexesîdan bi hepsiyên siyasî re girêva birçîbûnê bi dû xwe ve anî

11:31 - 18 Adar 2020

Dadweriya rejîma Îranê bas ji dana mirexesî bo %50 ji hepsiyên siyasî dike, lê heya niha piraniya hepsiyên siyasî û ewlehî yên berçav nehatine berdanê û hevdem girêva birçîbûnê berdewam e.

Roja Sêşemî, 27`ê Reşemê, Berdevkê Dezgeha Dadwerî ya rejîma Îranê, “Xulamhisên Îsmaîlî” baskiriye ku, hevdem digel dana mirexesî bo hemû core Hepsiyekî, %50 a hepsiyên ewlehiyê jî bo mirexesiyê hatine şandin. Hevdem Saziyên Mafê Mirov baskirine ku, di nav wan kesan de ku bo mirexesiyê hatine şandin, ti hepsiyekî berçav û naskirî li xwe ve negirtiye û ew di girtîgehê de mane.

Berê, Raporterê Saziya Navnetewî a Mafê Mirov li Karûbarê Îranê, “Cawîd Rehman”, ji berpirsên rejîma Îranê daxwaz kiribû ku, di derheq dana mirexesî û berdana demkî de ti cudahiyekê di navbera hepsiyan de nedanên.

Hepsiyên siyasî di salonên cuda yên benda 4 a girtîgeha Êvînê de, ji roja Yekşemî 25`ê Reşemê ve, di girêva birçîbûnê de ne û wan hepsiyan gotiye, ku em heya rohnbûna biryara barmitê û şandin bo mirexesiyê, dê girêva biçrîbûnê bidomîn in.

Di heyama meha derbasbûyî de, 52 girtiyên siyasî û ewlehiyê ji benda 7 a salona 12 a girtêgeha Êvînê, bo benda 4 a salona 1 a wê girtîgehê hatine veguhastin.