Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyaho careke din jî bi micidî gef li Hizbullahê xwar

14:19 - 12 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî peydakirina tonêleke din a Hizbullahê ku li Lubnanê ve bo sînorên Îsraîlê hatibû lêdan, Netanyaho bi awayekî micidtir gef li wê girûpa ku ser bi Îranê ye xwar.

Piştî destpêkirina operasiyona peydakirina tonêlên jêr`erdên Hizbullahê, ku ji 4-ê “Desamber”ê ve  dest pê kir, sêyem tonêl peyda kirin, ku ji Lubnanê ve bo ser sînorên Îsraîlê, û bi armanca encamdana operasiyonan li dijî Îsraîlê hatine lêdan.

Li gorî raporekê ku ertêşa Îsraîlê belav kiriye, “Tel Aviv” ragehand: Ew tonêlane bi armanca têkdana aramiya sînoran û êrîşkirina bo ser Îsraîlê ji aliyê Hizbullaha ser bi Îranê ve hatine çêkirin.

Ertêşa Îsraîlê di sala derbazbûyî de bi berdewamî pêgeh û cihê man û xwe veşartin û herwisa karwana çek û teqemeniyên Hizbullaha ser bi Tehranê bixasmanî li welatê Sûriyê de kiriye armanca êrişên hewayî û mûşekiyên xwe.

Bênyamîn Netanyaho serokwezîrên Îsraîlê li dijkiriyarê de bi tonêlên Hizbullahê gefên micid li Hizbullahê xwarin, û ragehand: Hekî çekdarên wê girûpê êrîşê bikne ser Îsraîlê, bi awayekî bersiva wan tê dan ku tu carî bîr ji wê pirsê nekiribin.

Di wê heyamê de Netanyaho mifaha dîplomatîk ji tonêlên Hizbullahê wergirtiye, û bi armanca mehkûmkirina Hizbullahê di asta navneteweyî de, û dîplomatkarên welatên din bo cihê tonêlên din şandine da ku bi çavê xwe xerabkariyên Hizbullahê bibînin.