
Kurdistanmedia: “Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsraîlê bo carek din hişdarî bi Erdoxan da, ku Kurdan komkuj neke.
“Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsraîlê, serkomarê Tirkiyê rexne kir, û bi encamdana komkujiya jin û zarokên Kurd tometbar dike.
“Benjamin Netanyahu” serokwezîrê Îsraîlê di “twitt”ekê de nivisandiye: “Erdoxan Bakûra Qibrisê dagîr kiriye, û nikare bi bê komkujkirin bijî, û niha hêza xwe amade dike bo komkujî û serbirîna jin û zarokên Kurd di navxwe û derveyî Tirkiyê, lê di
demekê de Îsaraîlê rexne dike, ku gef li wan tê xwarin, ku bergiriyê ji xwe dike”.
Ew qisên Serokwezîrê Îsraîlê di demekê de ne, ku Tirkiyê dest bi amadekariyeke tund kiriye, bona vê ku êrîşê bike ser deverên Rojavaya Kurdistanê, û wek Efrînê komkujî û talan û wêrankariyê di deverên Kurdan de encam bide.
Heyva Gelawêja îsal, piştî vê ku serkomarê Tirkiyê, dewleta Îsraîlê wekî “herî sehyîonîzm” û regezperestirîn welat di cîhanê de bi nav kir, “Benjamin Netanyahu” jî di hember de di peyameke “twetter”ê de, bersiva Erdoxan da û nivîsand: “Erdoxan Sûrî û Kurdan dikuje û dehan hezar Hemwelatiyên xwe jî xistiye girtîgehan de, lê niha me rexne dike”.