Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netewên bindest di Îranê de her car bi awayekî rastî bêrêziyan tên

12:35 - 1 Îlon 2021

Neteweyên mafxwarî û bindest di bin desthilata rejîma Îranê de her car bi awayekî rastî bêrêziyan tên û mafên wan têne binpêkirin.

Pêka girte vîdiyoyekê ku hatiye belavkirin, zarokekî “Lek” nekariye di dibistanê de navê xwe tomar bike û sedema vê yekê eva bûye ku ew zarok “Lek” bûye û nasnava wî jî “Lekî” bûye, berpirsê dibistanê rênedaye ku  “Emîr Reza Lekî” “navê xwe tomar bike û jê re gotiye “nasnava te ne bi dilê min e”.

Neteweyên mafxwarî û bindest di Îranê de wekî “Kurd, Ereb, Azerî û…” û rêrevên Olên taybet yên wekî “Behayî, Yarsan û …”  ku di bin desthilata rejîma dagîrkar de ne, mafên wan hatine zewitkirin û her car bi awayekî rastî bêrêziyan tên û mafên wan yên bingehîn têne binpêkirin.

Rejîma Îranê bi bêrêzîkirin û asmîlekirina çandî û netewî dixwaze netewên din li Îranê ji nav bibe û dîktaroriya xwe ya Olî li ser hemû netewên dinê de bisepîne.