Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz bi coş û şahî li seranserî Kurdistanê birêwe çu

12:36 - 22 Adar 2021

Li Delo Derbenda Urmiyê jî rêûresma Newrozê hate lidarxistin

Xelkê Delo derbenda Urmiyê bi armanca pêşwazî ji sala nû a 2721 a Kurdî û cêjna netewî a Newrozê , bi xort û kalan ve, di nava gund de agirê gurikê hilkirin û dewra Agir gortne govend û dîlanê û bi şahiyekî xweş Newroz pîroz kirin.

Ewa jî di demekê de bû ku hêzên dijîgeliye rejîma Îranê gelek cehd kirin ku rêvûresmên Newrozê bi rê ve neçin.

Rejîmê di gelek gund û bajaran de bi raçandina tevna leşkerî û danana sîxuran bo berahîk girtin ji birê ve çuna rêûresma Newrozê, nekarî berahîka xelkê şadî doste Kurdistanê bigre.

Gelê Kurd îsal zêdebarî hebûna rewşa ewlehî, gefên rejîmê û hebûn û gefa Korona yê, bi coşekî mezin Newroz pîroz kirin û ew rêûresm kirne qada serhildan û hêza mezine îrada netewî.