
Newroz hevwateya vejîn û roja nû ye û gelê Kurd hemû salê li 1`ê meha Kurdî wate yekem roja Buharê wek nûbûna surûştê cejna newrozê bi rê ve dibe.
Her li derheq birêveçûna Newrozê Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê çendîn poster û trakt di bin navê “Newroz hêmaya yekgirtina netewî” de belav kiriye.
Di yek ji wan posteran de nivîsiye: “Li rêûresmên kartonî yên rejîma Îranê ku bo Newrozê bi rê ve dibin beşdarî nekin û “na”yek din bêjine rejîmê”.
Navenda Hevkarî di hin posterên din de nivîsiye: “Em bila Newroza Kurdewarî ya îsal wek hêmaya yekgirtina netewî, bikin bi derfetek bo lihemberderkevtin li dijî kevneperestiyê”.
Hizbên Rojhilatê di bin Navenda Hevkarî de daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikin da ku bi bikaranîna hewrî, axabanû û bi destgirtina gulên sor di rêûresma Newrozê de, nasnamexwaziya netewî bikin bi rênîşanderek bo xebat û têkoşîna me ya îsal.
Rejîma Îranê hemû salekê hewl dide ku pêşî ji birêveçûna vê hilkefta kevnar a Kurdî bigire, lê gelê Kurd tevî hemû givaş û gefên rejîmê, vê hilkefta Kurdewarî bi rê ve dibe û cardin diselmîne ku gef û givaşên dagîrker nikare bibe sedemê birêveneçûna Newrozê.