Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz hêviyên rejîmê yên vala şikand

11:33 - 21 Adar 2019

Kurdistanmedia: Xelkê xebatkar yên Kurdistanê, bi boneya dawiya sala 1397`an, û hatina sersala nû, li seranserê Kurdistanê bi awayên cuda merasimên taybet lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî 29`ê Reşemehê(20`ê Adara 2019`an) ku, dawîn Çarşema salê bû, xelkê Kurdistanê bo pêşwazîkirin li sala nû, û cejna newrozê, li gund û bajarên Kurdistanê agirê newrozê hilkirin, û bi pêşwaziy sala nû çûn.

Birêveçûna cejna newrozê wiha bû, hilkirina agirê newrozê, govend û dîlana xelkê Kurdistanê, ew  jî, di demekê de bû ku, rejîma Îranê, bi hemû hêzên xwe, gef li xelkê Kurdistanê dixwan ku, nabe rêûresmên newroz bên lidarxistin.