Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroza 2721 a Kurdî li bajarê Bokanê hate lidarxistin

10:29 - 21 Adar 2021

Roja Şemî 30 Reşeme li bajarê Bokanê li biniya çiyayê “Berdezer” rêûresma newrozê bi beşdariya keç û xortên Kurdistanê hate lidarxistin. Keç û xortên welatperwer bi sirûdên şoreşgêrane û semaya axabanûyan û kincên Kurdî ew rêûresim zêdetir xemilandin.

Cihê îşarekirinê ye ku Spaha Pasdaran û caş û bikirêgirtiyên ser bi rejîmê, rê li birêveçûna her core rêûresmekê digirtin, lê xelkê Kurdistanê bi her awayekê karîbin cejna Newrozê bi rê ve birin û rênedan rejîma Îranê li pilan û pîlanên xwe de serkevtî bin.