Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newrozê di çeperên şoreşê de, hate lidarixistin

13:15 - 22 Adar 2019

 Kurdistanmedia: Agirê Newrozê li Nêyî a hêlûna Demokrat û Niyera çepera şoreşê, bi beşdariya hezaran kesî hate lidarixistin.

Li gorî rapora Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, roja Pênçişemî rêkefta 1`ê Xaklêweyê, agirê Newrozê li hêlûna Demokrat, Nêyî a cemedanî li stû, û herwisa çepera şoreşê, û Niyer a gevir xwekirî(XakîpoşÎ hate hilkirin û Dîlana Azadiyî bi awayekî berifreh û Kurdevarî û tijî ji bivêr û şoreşgeran hat lidairxistin.

Di vê rêûresmê de, cemedanî li stû yên bajar, sirûda neteweyî a “Eyî Reqîb” xwendin û hewrê li stûyan serçûpîkêşên dîlana azadiyê bûn, û bi golên sor ber bi pêşwaziya evîna nîştiman û bilindahiya rizgariyê çûn.

Rêûesima newrozê, li gundê “Niyer” a Demokrat perwer wekî salên borî, bi awayekî mezintir  birêve çû, û beşdariya hezaran kesî di vê rêûresmê de nîşaneya  berdewamkirina rêbaza şehîdên Kurdistanê ye, û herwisa bersveke qahîm bû li dijî siyasetên dijî mirovî yên rejîma Îslamî a Îran û gerana xwîna şoreşê di nav rehên şeqaman de.

Herwisa rêûresima Newroz û dîlana azadiyî, li gundê “Nêyî” a hêlûna Demokrat û cemedanî li stû bi belavkirina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û çend sirûdên nîştimanî yên din, û herwisa hildana alaya Kurdistanê  dîlana azadiyê  di rewşa awarte de lidar xistin, û eva ku dihate dîtin hewrî û cemedanî û kincên gevir(xakî) û golên sor bûn ku, sembola hereketên bajarin.

Her di vê pêwendiyê de, li gundê Kose Kerêz a girêdayî bajarê Mehabada Çarçirayê jî, rêûresma Newroz û dîlana Azadiyê, bi xwindina sirûda Neteweyî a “Ey Reqîb” û lidaxistana govendê, dîlana azadiyî û herwisa agirê newerozê gurrtir kirin.

Xelkê xebatkar yê Kurdistanê, di hemû gund û bajarên Kurdistanê de, li ser bangeşeya Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Rojhilat hatin û dîlana azadiyê bo zêde  tirsandina rejîmê lidarxistin.