Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşên Penceşêrê rastî pirsgirêkan hatine

13:37 - 20 Nîsan 2021

Li bajarê Urmiyê, kêmbûna xwîna hewce bo zarokên tûşbûyî bi Penceşêrê, ew zarok rastî pirsgikan hatine û beşa herî zêde ya xwînê, bo pêketiyên Koronayê tê bikaranîn.

Pêka nûçeyên belavbûyî li ragihandinên ne-fermî li bajarê Urmiyê, bi sedema bikarhatina xwînê bo pêketiyên Koronayê, parekî zêde ya zarokên tûşbûyî bi Penceşêrê rastî pirsgirêkan hatine û hekî li dema hewce û bi qasa hewce xwîn bo wan zarokan dabîn nebe, dê rastî pirsgirêkên micidyên metirsîdar bibin.

Herwisa li bajarê Mihabadê de jî pirsgirêka kêmbûna xwînê heye û “Dawûd Nesr Erken” berpirsê Binkeya Veguhastina Xwînê yê bajarê Mihabadê, , tevî îşarekirin bi kêmbûna qasa xwîna paşketkirî li bajarê Mihabadê, daxwaza pêşkêşkirina xwîn ji xelkê wî bajarî kiriye.

Bi sedema zêdetirbûna hejmara pêketiyên Koronayê, qasa hewcehî bi xwînê bo wan pêketiyên Koronayê zêdetir bûye û bi wê sedemê xwîna hewce bo zarokên tûşbûyî bi Penceşêrê, bi kêmî bi dest dikeve.

Kêmbûna xwînê bo wan zarokan bûye gefeke micid li ser tendirustiya wan û hekî bi dereng bikeve, dê bibe gef li ser canê wan zarokan.

Dabînnekirina vaksenên Koronayê ji aliyê rejîmê ve, metirsîdartirîn rewş bo tendirustî û canê xelkê bi taybet bo zarokên tûşbûyî bi Penceşêrê afirandiye.