Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşxane sebebkarê tûşbûna xelkê bi Korona yêne

13:16 - 4 Nîsan 2020

Bi hegera bê îmkanatiyê di nawa Nexweşxanên Îranê, û berçaw negirtina rênimayî yan, û qerebalixiya di nawa Nexweşxanan de, mifah wergirtina hinek alavên nexweşxanan bo çendîn nesaxên curbicur, gelek kes sax û silamet bûne li nexweşxanan de tûşî Korona yê bûne.

Di çend rojên derbasbûyî de li Bajarê Urmiyê çend kesan ku bo çareseriya  nesaxiyên dinê serdana nexweşxanan kirine, bi hegera netenduristiya nexweşxanan û têkel bûna nesaxan di gel nesaxên Koronayê, tûşî Koronayê bûne.

Her di wê derheqê de kesek xelkê Îslamabadê ku navê wî jî berdestê me ye, bo çareseriya nesaxiyeke dinê serdana Nexweşxana Taliqanî li Urmiyê kiribû û her di wê nexweşxanê de Korona girt û her livê jî canê xwe ji dest da.

Berdewam kadrên pizişkî û Duktor dibêjin û eşkere dikin ku di Nexweşxanan de çi îmkanetaek çinîne û heya niha sedan duktor û pizişkan di Îranê de bi sedema nebûna hewcehiyên xwe parastin û xwe pêçanê, canê xwe ji dest dane.