Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşxaneya Kehrîzekê herifî û çend kes mirin

17:21 - 28 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Hiloşîna dîwarê nexweşxaneyekê li Kehrîzekê canê çend kedkaran girt, û çend kes jî birîndar bûn.

Hiloşîna dîwarê nexweşxaneyeke Xêrxwaziyê di Kehrîzeka başûra Tehranê de, ku di halê çêkirinê de bû, bû sedema mirina pênc kedkaran, û birîndarbûna çend kesên din.

Husên Kitabdar birêveberê Rêkxirawa Heyva Sor a Tehranê, bas ji mirina pênc kesan di vê bûyerê de kiriye.

Zêdetirîn serjimêriya bûyerên kar di Îranê de, vedigere bo kedkarên ku di avahiyan de kar dikin. Karnas dibêjin zêdetir ji %50 ji bûyerên kar di avahiyan de rû didin. Bi baweriya wan, %85 a bûyerên kar, bi sedemên mirovî, û bi sedema çavdêriya xirab di cihê kar de rû didin.

  Di bin deshilatdariya rejîma dijîgelî ya Îranê de, gellek zehmet e ku pêşiya rûdanên weha bihê girtin, jiber ku ew tenê û tenê di bîr û hizra parastina deshilata xwe ya nerewa de ne, û tu xema wan nîne ku rojane ew qas bûyerên kar di welêt de rû bidin.