
Nexweşxaneya “Mîlad” li bajarê “Urmiyê” ji aliyê Bajarvaniya wî bajarî hate pilumpkirin.
Roja derbasbûyî bajarvaniya bajarê “Urmiyê” nexweşxaneya navnetewiya “Mîlad” li wî bajarî, bi sedema nedana daxwaziyên bajarvaniyê li derheq pirisgirêkên yasayî yên bînasaziyê pulumpkirin.
Di vê derheqê de Parêzgarê parêzgeha“Urmiyê” “Mihemedsadiq Mutemediyan” bertek nîşan daye û ew karê bajaravaniya “Urmiyê” wekî karek xweserane daye zanîn û gotiye ku nabe cihên ku xizmet bi welatiyan dikin bi wî awayî xweserane û bê şêwrkirin digel navendên pêwendîdar bêne pilumpkirin.
Ew karê bajarvaniya “Urmiyê” di halekê de ye ku xwediyê ew navendê, deyndarê karmend û kedkarên xwe ye û heqdesta çend mehan bi wan re nedaye û herwisa basa vê yekê jî heye ku ew pirisgirêk di sala 1401an de jî dê berdewam be û bajarvanî nikare heqdesta karmendên xwe dabîn bike.