Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşxaneya Xuremava yê piştî derbasbûna 11 salan hêj nehatiye ava kirin

13:01 - 1 Gulan 2022

Li bajarê “Xuremava” yê li Parêzgeha “Lursiatan” ê piştî derbasbûna 11 salan hêj projeya avakirina vê nexweşxaneyê bi dawî nehatiye.

Nexweşxaneya “Niyayêş” li bajarê “Xuremava” yê girêdayî Parêzgeha “Luristan”ê ku ximê wê  li ser erdekê 107 hezar metra 2cî hatiye danîn, di sala 1390 an a Rojî de projeya avakirina vê dest pêkiribû û biriyarbû ku ew nexweşxaneya 551 textî di 3 salan de bi dawî bê lê piştî derbasbûna 11 salan hêj tenê 35 heta %40 a vê projeyê hatiye cîbicîkirin.

Di vê derheqê de serokê berê yê Zanîngeha Zanistên pizîşkêî yê Luristanê “Mihemedreza Nîkbext gotiye: bo avakirina vê nexwşxaneyê di detpêkê de budceyek 100 milyard Tumenî hatibû terxankirin lê niha budceya hewce çend beranber zêde bûye

 Herwisa navbirî gotiye bi sedema dabînnekirina bûdceya 100 milyard Tumenî niha ew bûye 500 miliyard Tumen ku niha bi wê bûdceyê jî tenê %70 a projeya nexwşxaneyê tê avakirin.

Serkomarê berê yê rejîmê “Hesen Rohanî” û Serkomarê nû yê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” çendîn sozên çewt dabûn ku di demek kin de vê projeyê bi dawî bînin lê heta niha bûdceya hewce bo vê nexweşxaneyê nahatiye dabînkirin.