Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexwşxaneyên bajarê Serdeştê şiyana bersivdan bi berketiyên Kîmiyayî nînin

17:02 - 4 Çirriya pêşîn 2020

Bajarê “Serdeşt”ê yek ji wan bajarên Kîmiyabarankirî ye ku piraniya xelkê wî bajarî şûncihên kîmiyabaranê li ser bedena wan mane, lê nexwşxaneyên wî bajarî şiyana çareserkirin û pêregihîştin bi wan berketiyên kîmiyabaranê nînin.

Ji gelempera 8 hezar berketiyên kîmiyabarana bajarê Serdeştê, bi tenê 1 hezar û 400 kes ji wan ji aliyê rejîma Îranê ve wekî berketiyên kîmiyabaranê hatine tomarkirin ku rejîmê bi wan re jî kêmtirîn xizmetkarî kiriye.

Di komkujiya welatiyên sivîl a bajarê Serdeştê de li 7ê Pûşpera sala 1366an, 7 bombên kîmiyayî bikar hatibûn ku 4 ji wan di nav bajar û 3 li nav gundên derdorê dabûn.

Bajarê Serdeştê yekem bajarê cîhanê ye ku êrîşa kîmiyayî li ser hatiye kirin û piştî 33 salan, niha jî birînên wî bajarî nehatine dermankirin û ti girîngiyekê nadine xelkê wî bajarî.