Agirê daristanên gundê “Derziyan” ê ser bi bajarê Merîwanê ku bi hewila xelkê cangorî û jîngehparêz ên ser bi Encûmena “Sewizî Çiya” hatibû temirandin car din ji aliyê neyarên jîngeha Kurdistanê ve hate şewitandin.
Rêkevta 3`ê Gelawêjê daristanên gundê “Derziyan” ê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê neyarên jîngeha Kurdistanê ve hate şewitandin û piştî hewil û mandîbûna endamên Encûmena “Sewizî Çiya” hate kontirolkirin.
Piştî kontirolkirina agirê daristanên “Derziyan”ê car din neyarên jîngeha Kurdistanê li cihek din agir berdane daristanên wî gundî û endamên Encûmena “Sewizî Çiya” bi hewila xwe ber bi temirandina wî agirî ve çûn û bi şandina 12 tîmên kontirolkirina agir bo heyama 40 demjimêran mijûl bûn, lê dîsan jî nekarîn wî agirî kontirol bikin.