Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 700 gundên Ehwazê ava vexwarinê tinînin

17:42 - 13 Çirriya pêşîn 2021

Berpirsê Zanîngeha Zanista Pizîşkî yê “Ehwaz”ê “Ferhad Ebulnijadiyan” gotiye: “Di nava 4 hezar û 200 gundên parêzgeha Xuzistanê nêzî 700 gundan ava vexwarinê tinînin”.

Herwisa “Ferhad Ebulnijadiyan” gotiye: “Paqijnekirina borî û sîstema gihandina avê girîngtirîn pirsgirêka gihandina avê bo gundên Xuzistanê ye, û herwisa bas ji vê yekê jî kiriye ku ti yek ji wan gundan jêrav tinînin.

Navbirî di civîna şêwreya tenduristî û ewlehiya xwarin a “Ehwaz”ê de bas ji wê yek kiriye ku: “Şikestinên berdewam ên boriyên avê û kêm bûna qasa herikîna avê, rohnnebûn û kêşana neasayî ya boriyên avê di derdora bajarê “Ehwaz”ê pirisgirêka serekî ya ava wê deverê ye”.

Pirisgirêka Serekî ya ava Parêzgeha “El-Ehwaz”ê vedigere bo ser siyaseta Rejîma Îranê ku ew parêzgah rastî bê aviyê kiriye.

Di mehên derbasbûyî de pirisgirêka bê avî li “El-Ehwaz”ê bû sedema vê yekê û xelkê parêzgahê û çendîn parêzgah û bajarên din bi dijî siyasetên rejîma Îranê bêne ser şeqaman lê ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîmê ve bi awayekî dirindane hatine serkutkirin.