Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî ji %22 ji zarok û nûciwanan kêşeyên reftarî hene

12:04 - 26 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rewanpizîşkekê ragehandiye ku nêzî %22 ji zarok û nûciwanan di Îranê de kêşeyên reftarî hene.

Dr. Mihemedriza Mihemdî roja Yekşemiyê ragehand: Asta kêşeyên reftarî di nav zarokan û nûciwanên kur ên di navbera 6-8 salî de %24, û di nava keçan de %20 e.  Herwisa heman kêşeyên reftarî di nava temenên 6-9  de %22, û di nava temenên 10-14 de 23 ye. Wî raghand kêşeyên reftarî di nava girûpa temen ya 15-17 saliyê de, di nava keç û kuran de, bi sedema dewraneke pêgihîştinê %21 kêm dibe.

Wî herweha derbarê rûniştiyên gund û bajarn de jî ragehand ku heman serjimêrî di nava civaka bajarî de %23, û di nav gundan de nêzî %18 ye.

   Li gora gotina navbirî, kêşeyên strês û dilekutê û nîgeraniyê di nav keçan de %14 ye, ku asta herî jor ya kêşeyên reftraî û strêsê ye.

Ew rewanpizîşk bas ji vê dike ku hinek ji dê û bavan, vê kêşeya reftarî di zarokan de asayî û xwezayî dibînin, lê berevajî digel geşekirina zarokan, ew kêşeya reftarî jî geşe dike û zêde dibe. Lewra di dema zarokatiyê de, hewldan bo çareseriyê dikare zarokan ji kêşeyên meztir biparêze.