Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzîkbûn bi roja cîhaniya kedkar, rejîm givaşan dixe ser çalakvanên Kurd

13:41 - 14 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Nêzîkbûn bi 1’ê Gulanê roja cîhaniya kedkar, gefxwarin û bagkirina navendên rejîma Îranê bo ser kirêkarên Kurd zêde kiriye.

Komîteya hevahendî bo pêkanîna navendên kedkarî bilav kiriye, di wan çend rojîn derbasbûyî de, nêzîkbûn bi 1’ê Gulanê roja cîhaniya kedkar, hejmarek çalakvanên kedkar yên Kurd li bajarê Sine bi navên Xalid Husênî, Xalib Husênî, Ebas Endazyarî, Sosen Razanî, Kûrûş Bexşende û Mecîd Hemîdî, ji aliyê îdareya Îtilata bajarê Sine ve hatine girtin.

Piştire jî roja Sêşemî 6’ê Nîsan a 214’an, 5 çalakvanên kedkar yên Kurd li bajarê Bokanê bi navên Cemal Şîrî û Hadî Tenomed her yek ji wan bi 3 sal û 6 meh zîndana tezîrî û herwisa Qasim Mistefapûr, Îbrahîm Mistefapûr û Mihemed Kerîmî ku her yek ji wan jî bi 2 sal zîndana tezîrî hatine mehkûm kirin.