
Kurdistanmedia: Berpirsê Yekîtiya Pêşengên(Pêşkisvet) Civaka Kedkaran a Îranê, ragehand ku, nêzîkî 100 hezar kedkarî, heqdestê xwe verinegirtiye.
Li gorî raporên belavbûyî, roja Çarşemî 15`ê Reşemehê, Hesen Sadiqî berpirsê Yekîtiya Pêşengên (pêşkisvet) Civaka Kedkaran a Îranê, da xuyakirin ku, 97 hezar û 300 Kedkar ji aliyê 400 Navendên berhemanînê heqdestê xwe verdirin, lê, di rewşa niha de, kedkaran heqdestê xwe yê du mehan heya 1 salî vernegirtine.
Elî Xodayî, cêhigirê berpirsê Navenda Bilind a Şêvra Îslamî a Kar li Îranê got, hekî her malbatek 4 endam hebin, di rewşa wiha aloz ya bazara şeva cejna newrozê de, li ser hev jiyana 372 hezar malbatî, rastî bandorên aborî û herwisa pirsgirêkên civakî dibin.
Her di vê pêwendiyê de, kedkarên kompaniya “Otbûranî” a Tehran û yên derdorê,di bangeşeyekê de ji kedkaran daxwazkiribû nerazîbûnên xwe bînin ziman, ku di vê bangeşeyeyê de jî, hejmarek kedkarên vê kompaniyayê û digel endamên girûpa Yekîtiya xwenenişînan û komek ji xwendekaran, derheq %70 daketina şiyana kirîna kekdkaran, û bilindbûna nirxan, nerazîbûna xwe nîşan dabûn, û daxwaza zêdekirina heqdestê kedkaran heya 7 milyon Tûmenî kiribûn.
Piştî sepandina dorpêçên aborî yên Amerîkayî yên li dijî rejîma Îranê û vekişiyana kompanî û karxaneyên derve li Îranê, û bilindbûna nirxan, rewşa aboriya Îranê roj li pey roj aloz bûye, û hemû karxane û kompaniyayên nav welat betal bûne, û kedkar jî ji ber nebûna kar bê rêçare mane, û şiyana dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe nînin.