Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzîkî 20 hezar perestar li Îranê betal in

12:37 - 4 Hezîran 2019

Kurdistanmedia:  Berpisê giştî yê Xanêy Perestar got, li Îranê nêzîkî 20 hezar peresetarên betal hene.

 Berprisê giştî yê Xanêyê Perestar yê Îranê Mihemed Şerîfîmoqedem got: Di rewşekê de ku nexweşxaneyên me digel kêmbûna hêza perestar rûbirûne, lê, niha li civaka Îranê de nêzîkî 20 hezar perestar betal in, û kêmbûna hêza peresetar tenê pirsgirêka perestaran nine belkû, welatiyên me jî digel vê pirsgirêkê bo çareseriyên pîzişkî acziyan dibînin.

Herwisa wî berpirsê rejîmê wiha berdewam kir,di welatên Ewropayî de, li hemberî her yek hezar kesî de 10 kadroyên perestar hene, li gor nîvinciya cîhanî jî li hemberî her yek hezar kesî 6 perestar in û aliyê kêm a vê jî sê perestar in, lê, di Îranê de, ev pîvanka gellek xwarêye, ku, li hember 1.6 kesî, û xelk nîva hewcehiyan  di vê derheqê de, mifahê jê verdigirin.

Betalbûna ev qas perestarî di Îranê de, di demekê deye ku, nexweşxaneyên Îranê digel kêmbûna hêza perestar rûbirûne, û di pirraniya deman de, bi sedema nebûna perestaran di nexweşxaneyan de, nesax aciziyan dibînin.