
Kurdistanmedia: Siyasetên şaş yên berpirsên rejîma Îranê gefan ji malbatan dixwe.
Li gorî raporên belavbûyî, Hamid Berekatî Berpisê Giştî yê Ofîsa Tendrustiya Nifosa Îranê gotiye, malbat û xwendingehên Wezareta Tendrustiyê îşare bi rewşa nifos û rewşa jidayîbûnê di welate de kiriye ku, di heyama sala 1395 heya 96`an nifosa welat ber bi kêmbûnê çûye û herwisa got li sala 1397`an jî me cudahiyeke wisa liçav salên derbazbûyî tunebûye û niha bi texmîna me ev asta hetmen kêmitr ji 1.2 di heyama salên 1395-96`an bûye.
Hamid Berekatî zêde jî kir ku: Me wisa texmîn dikir ku, bo nifosa welat di sala 1395`an, amareke nû û bilinditir ji 1.2 bibe lê niha texmîna me eve ku hetmen kêmitir ji 1.2 bûye, û li gorî vê yekê zelal dibe di cihigîrkirin û bilindbûna nifosê di destpêkê de, me kêmbûna astê hebûye, û niha em vê piroseyê berdewam dikin.
Herwisa navbirî got, hejmara jidaîybûnan di heyama du salên 95 heya 96`an li çav salên derbazbûyî, 40 hezar heb kêmitir bûye, û navbirî got jî di sala 97`an cudahiyeke wisa tunebûye û bilindbûna nifosa welat bi sedema çalakî û siyasetgozariyên neteweyî û birêvebirina siyasetê şaş yên derheq nifosa welat sebebkare.
Berekatî got: Li gorî tezxmînên me hekî hilkevtek yan jî tişteke taybet çi nebe, çalakiyên taybet yên derheq civak, aborî û kultûrî ku li ser vê rewşê bandor hene û neyên encam dan, û nifosa me wê rastî astengiyen be, bi awayekî ku hem asta kêmbûna nifosê wê kêmitir ji 24.1 bibe hem jî tu tiştek bi cihgîrikirina nifosê yan TER tunebe .
Xemsariyên berpirsên rejîmê, gendelî,lêhatî nebûna berpirsên rejîmê û herwisa siyasetên şaş yên rejîmê bûne sedem da ku rewşa aboriya welat têk biçe û ev jî li ser rewşa civak û jiyana xelkê herwisa bingeha malbatan bandor danye û niha welatî gellek kêm elaqedarê jiyana hevpar dibin.