Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîgeranî û tirsa xelkê ji siwarbûna balafiran di Îranê de

11:32 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Roja Yekşemî hate ragihandin ku balafira rêwinghilgir a Tehran- Mahşehrê, li dema hatina xwarê bo nava balafirxaneya Mahşehrê, li ser hêla banda rawestiyanê derkevtiye û çûye nava kolanan û avahiyan, û gelek xisar bi dû xwe de bi cî hêlaye.

Her ku rawestiya kesên têde bi tirs û lezgîniyeke zêde xwe tê de avêtine xwarê.

Ji bilî xisara ku gihaye wê balafira rêwingan, kevtina wê xisar gihande rêyên hatoçûyê, boriyên avê şikandine, xisar gihandiye xanî û avahiyan.

Piştî evê ku rêwingên wê balafirê hatine xwarê, dest avêtine bi nerizayetiyan li derheq rewşa xirab a balafiran û nebûna ewlehiya canê misafiran di Îranê de.

Rêwingên wê balafirê dibêjin, balafirên Îranê hemû kevnin û rizî bûne û cihê îtbarê nînin ku kes lê siwar be.

Bi hegera ji ser hêla banda balafirxanê derkevtina wê balafirê, xisareke zêde gihaye rêya serke ya pîşesaziya petrokîmiya li vir.

Heta niha jî berpirsên rejîmê sebebê ji ser bandê derketina wê balafirê ranegihandine.