Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîgeraniya %91 malbatan ji tuşbûna zarokên wan bi madeyên sirker

20:02 - 12 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Mirin û asewarên nerînî yên madeyên nakotîk di welatê Îranê de, ku di encama tûşbûna zarokên malbatan bi madeyên hişber di nava civaka Îranê de, nîgeranî û dilgiranî çê bûye.
Bi gotina cêgirê îdareya malî û karûbarê Meclisa rejîma Îslamî a Îranê, navenda berengarîbûn dijî medayên hişber ragihand: Ji sedî 91 malbatatên Îranê nîgeran in ku zarokên wan tûşî madeyên sirker bibin.

Li gor ew raportên ku hatine bilav kirin, ew serhejmariye bo me derdixîne ku di heyamê şev û rojekê de 8 ciwan bi sedema bengdarên bi madeyên nakotîk di welatê Îranê de canê xwe ji dest didin.

Yek ji pêşhatên jordeçûna rêjeya bengdarên bi madeyên hişber di Îranê de ew e ku rêjeya telaq û cudabûna jin û mêran bi sedema tûşbûna bi madeyên hişber, ji sedî 50 rû ji zêdebûnê kiriye.