Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîgeraniya civaka cîhanî ya Behayîyan li ser rewşa Behayiyên Îranê

11:43 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Civaka cîhanî ya Behayiyan derbarê reftara rêjîma Îranê li gel Behayiyên Îranê û destbiserkirina Behayiyan, û daxistina dukanan û cihê şola wan, bi belavkirina daxuyaniyekê nîgeranîya xwe daye eyankirin.

Civaka cîhanî ya Behayîyan li daxuyaniya xwe da nivîsiye ku tenê di du heftiyê derbasbûyî da pitir ji 20 endamên civak Behayîyan li Tehran, Isfehan, Mazenderan, Tewrêz û bajarên din hatine destbiserkirin.

Wê rêkxistinê ragehandiye ku hejmara girtiyên Behayî di heps û bendîxanên Îranê da pitir ji 90 kesî ye.

Wê saziyê nîgeraniya xwe li ser girtin û cezadan û givaş anîna sîstimatîke rêjîma Îranê bo ser Behayîyan daye xuyakirin û daxwaz ji civatgeha navneteweyî kiriye ku givaşê bêxne ser rêjîmê daku zulma li ser Behayîyan kêm bike.

Bi biryara rêjîmê û serweyî hemiyan Elî xameneyî rêberê rêjîmê, Behayî bitaybetî li warê abûrî, civakî, çandî, perwerdehî digel astengî û arîşan berbirû dibin û dukanên wan têne daxistin, ji xwandinê têne bêparkirin, goristanên miriyên wan têne jinavbirin, û berdewam li jêr zêrevaniyê de ne, û têne gazîkirin bo jêpirsînê.