Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nigeraniya Îsraîlê bê heger nîne

11:34 - 7 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Berdevkê hêzên çekdarên rejîma Îranê gotiye ku nigeraniya Îsraîl bê heger nîne û ew welat agehdarî asta pêşketina leşkeyiya Îranê ye.

Berdevkê hêzên çekdar ê rejîma Îranê, Ebulfezl Şikarçî, bas dike ku tirsa Amerîka û Îsra`îlê bê heger nîne û ew dizanin ku pêşketina leşkerî ya Îranê di astekî bilind de ye.

Navbirî herwisa bas kir ku, navê welatê Îsraîlê navekî sexteye û ew yê ji nav here û renge di demekî nêzîk de be.

Piştî alozbûna peywendiyên Amerîka û rejîma Îranê, piraniya berpirsên bilind yên wî rejîmê bi eşkere û di mediyayan de, gefa ji Îsraîlê dixwen û dibêjin li her hegerekî şer di ser welatê Îranê de, Îsraîl di bin gefên micid û jinavçûnê de ye.

Îsra`îl jî bi berdewamî dide zanîn ku, rejîma Îranê îdiaya ji navbirnia Îsraîlê dike û hekî bomba navkî hebe yê yekem car Îsra`îlê bike armanca xwe û didine zanî rejîma Îranê gefeke bo Rojhilata Navîn.