Bi sedema êrîşa saybêrî li ser benzînxaneyan, firotina benzîna erzan hatiye rawestandin û xelk benzîna 3 hezar Tumenî dikirin.
Bi sedema jikarkevtina benzînxaneyan, firotina benzîna 1500 Tumenî hatiye sekinîn û ev yeka xelk rastî pirsgirêkan aniye û neçar mane ku benzînê bi nirxa azad 3500 Tumenî ji hin benzînxaneyan ku hêj ji kar nekevtine, bikirin.
Beşek ji xelkê ragihandine, ku çendîn demjimêran li dora kirîna benzînê de rawestane, lê hêj nekarîne benzîna hewce bikirin.
Di êrîşa saybêrî ku li ser benzînxaneyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye kirin tev sîstemên wan hatine hekkirin û li ser sîstemên wan silogan li dijî rejîma Îranê hatine nivîsîn.
Hêzên ewlehî û întizamî yên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûn li benzînxaneyan û bi lêdana kaxezan li ser sîstemên benzînxaneyan û herwisa rêgirîkirin ji xelkê bo hilgirtina wêne û girte vidiyoyan, hewla perdepoşkirina wê erîşê didin û naxwazin xelk wan siloganên li dijî rejîmê bibînin.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li Miyanduwav, Bokan û Mihabadê xelk neçar mane bi çendîn demjimêran li benzînxaneyan de bimînin ku bikarin benzîna 3 hezar Tumenî bikirin.