Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nikki Haley” di Civata Ewlehiyê de êrîşa mûşekî ya bo ser binke û baregehên PDKÎ şermezar kir

13:25 - 21 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Balyoza Amerîkayê di civîna roja Pêncşemî ya di Civata Ewlehiyê de tevî rexnekirina tund ya derheq kiryarên têkderane û terorîstî yên komara Îslamî,  ev bombebarana 17`ê Xermananê (8`ê Îlonê) jî şermezarkir.

“Nikki Haley”, Balyoza Amerîkayê ya di saziya NY de piştî civîna şêvra ewlehiyê ku roja Pêncşemî 29`ê Xermananê (20`ê Îlonê) hate lidar xistin, bi awayekî tund, êrîşî ser siyaseta dijî mirovî ya komara Îslamî kir û hişdariyeke tund ji endamên vê şêvrê re da .

Navbirî di destpêka axavitên xwe de bas ji vê kir ku, tu rejîmek yan welatek bi qasî komara Îslamî çavkaniya nearamî û afirandina aloziyan di cîhanê de nîne, û  ev nêzîkî 40 saliye ku rejîma Îranê yasayan binpê dike û li derveyî yasyayê çalakiyan encam dide û îmkana vê yekê tuneye ku aloziyek di Rojhialta Navîne çê bibe,ku şûnpê Îranê tê de peyda nebin.

Li gorî gotina navbirî, komara Îslamî piştevanî ji van dîktatorane kiriye ku li dijî xelkên xwe mifah ji çekên komkujî û kîmyayî vergirtine; Tehran çek û teqemeniyan dide milşan û terorîstan çekdar dike û pere ji van re dide da ku dever aloz bikin.

Di beşek din  a axavtina xwe de gotiye ku: Komara Îslamî di seranserê Rojhilata Navîn de serweriya welatên cîranê xwe binpê kiriye;  Li Lubnan, Sûriye, Yemen û Îraqê de jî ev kara encam daye.

Di vê beşa axavtinên xwe de “Nikki Haley” gotiye ku; Di heyama mehên borî de Îranê destdirêjiyên xwe yên bo ser axa Îraqê zêde kiriye û bi eşkere hêzên bedel bi pere û çek û teqemeniyan van çekdar dike û hewlên berdewam dide ji bo lawazkirina Îraqê, da ku çalakiyên terorîstî yên xwe wir berfireh bike û dawîn mînak jî eve ku piştî derbazkirina sînorên Îraqê, êrîşa mûşekî kiriye bo ser rêberatiya PDKÎ,  ku em vê kiraya têkderane şermezar dikin û cihê pesend kirinê nine.

Axavitinên “Nikki Haley” tenê rojek piştî  vê bo ku, Wezareta Derve ya Amerîkayê di nûtirîn raporta xwe ya derheq rewşa terorîzma de, komara Îslamî wekî serekîtirîn piştevan û pişgirîkirina terorîzimê di cîhanê de dabû naskirin.