Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nikki Haley”: Di lihevkirina Bercamê de derfetên sererastkirinê tunebû

19:38 - 29 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Balyoza Amerîkayê digel berpirsê girûpa kiryarên rejîma Îranê di civîna salane, ya avakirina berevanîkirin ji demokrasiyê îşare bi kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê kirin.

 “Nikki Haley” balyoza Amerîkayê di civîna salane ya avakirina berevanîkirin ji demokrasiyê ku roja Sêşemî rêkefta 6`ê Xermanana 1397`an (28`ê Tebaxa 2018`an) hate lidarxistin, bas ji vê kir ku parastina berjewendiyên Amerîkayê li serweyî her tiştî ne,her bi vê sedemê ye jî, di şêvra mafê mirovan a saziya NY de derketin, û piştî vê jî ji lihevkirina Bercamê.

Balyoza Amerîkayê ya di saziya NY de gotiye: “Çima dibe em piştevaniya welatekê bikin ku siloganên, “mirin bo Amerîkayê” diqîrin.

Herwisa derheq kiryarên terorîstî û afirandina aloziyên rejîma Îranê di deverê de gotiye: “Em dibe her demê û li her cihî nigeranê kiryarên Îranê li Sûriye, Yemen û Lubnanê de bin, û dibe rê ji encamdan kiryarên van bigrin, û hewl bidin da ku rejîma Îranê dev ji Sûriyê berde, û em di vê derheqê de digel Rûsiyayê kar dikin.

Navbirî di berdewamiya axavtina xwe de derheq lihekirina Bercamê de da xuyekirin: “Me bi milyardan Dolarî pere  piştî  lihevkirina Bercamê ji rejîma Îranê re şandiye, lê ewan kiryarên xwe yên terorîstî û bernameyên mûşekî yên xwe domandin, û herwisa got jî, mana li lihevkirina Bercamê, dibû sedema çêbûna Koreya Bakûreke din”.

Ji aliyekî din ve, her di vê civînê de “Brian Hook” berpirsê girûpa kiryarên rejîma Îranê di Wezareta Karê Derve a Amerîkayê de, rejîma Îranê bi mafiya pênase kir û got: “Rejîm azadiya meseban binpê kiriye û tu bîreke nû di nav civakê de qebûl nake”.

Berpirsê girûpa kiryarên Îranê tekez jî kiriye ku, rêberên Îran û hêza Spaha Pasdaran bi milyonan Dolarî pere li ber destên wan de ye, û ragehand ku: “Rejîma Îranê wekî mafiya ye ku serwet û samana xelkê vî welatî li jêr navê meseb de lê bi piştevaniya terorîzmê  talan dike”.

Herwisa daxwaza wê jî kir ku rejîma Îranê îznê bi çavdêrên Ajansa Navneteweyî a Enerjiya Navikî bide, da ku her demekê ku hewce be, şiyana serdana navendên navikî yên rejîmê hebin, û dawî bi bernameyên mûşekî û piroseya mehandina Uraniyomê bîne, û herwisa dev ji navtêdana hêzên “El-Qa`ide”yê jî berde.