Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nikki Haley”: Êrîşa Ehwazê, encama kiryarên rejîmê bi xwe ye

18:19 - 24 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Welatên wekî Amerîka û Emiratê, tohmetên rejîma Îranê yên derheq gullereşandina li dema birêve çûna meşiqa leşkerî ya rejîmê de, ya li bajarê Ehwazê red kirin.

 “Nikki Haley”, nûnera Amerîkayê ya di saziya NY de, roja yekşemî 1`ê Xezelwerê,  tevî redkirina hebûna pêwendiyên welatê wê di êrîşa bo ser meşqa leşkerî a rejîma Îranê ya li bajarê Ehwazê de, daxwaz ji berpirsên rejîmê kiriye, da ku ji bo fêmkirina ji sedema karesatên bi vî rengî, baştir eve ku bi hûrî çavek li karyar û karên xwe bikin.

Navbirî di saziya NY de, di gotûbêja digel kanala “CNN” ê de, di bersiva axavtinên Rohanî ku Amerîka di hebûna pêwendî digel vê êrîşê û destdirêjiyê  de tohmetbar kiribû, gotiye ku: “Herçend ku ev dikar in tawanan bixînine stûyê me, lê bila xwe jî di eynîkê de bibînin”.

Hevdem digel “Nikki Haley”, “Anwar Gargash” Wezîrê  şvêrmendê Karê Derve yê Emirat jî ev îdi`ayên rejîma Îranê bê bingeh daye zanîn û li twitta xwe de jî nivîsiye ku: Welatê wî li dijî terorîzmê ye û bi awayekî tund jî helwêst girtiye.

Helwêstên welatên wekî, Amarîka û Îmarat li hemberî vê tohmetê de bûye, ku rejîma Îran û berpirsên payebilind yên vê rejîmê, piştî gullereşandina li ser meşqa leşkerî ya rejîmê  ya li bajarê Ehwazê de,  bilez rûl li welatên deverê û Amerîka û Îsra`îlê kiriye û ev tawanbar dane zanîn.

Ev kultûra di siyaseta rejîma Axondî a Tehranê de, tişteke nû nîne, û her demî ku ev rejîma dikeve bin givaşan de, digel helwêst û bersivên siyasetên şaş yên xwe ji aliyê gelên  ku hatine serkutkirin û bindest yên Îranê rûbirû  dibe, û bilez destê tawanê xwe bo welatên din nîşane dibe û xwe di bazina  tawanên xwe de derdixîne.