Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nikki Haley: “Hewce ye ku Amerîka bihêz derbê li Îranê bixe”

12:39 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

Nûnera Berê ya Amerîka ya li Saziya Neteweyên Yekgirtî “Nikki Haley” gotiye: Amerîka bi cihê hewldan bona zindîkirina Bercamê, hewce ye bihêz derbê li Îranê bixe”.

Nûnera Berê ya Amerîka li Saziya Neteweyên Yekgirtî “Nikki Haley” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Fox News”ê de gotiye: “Amerîka bi cihê hewldan bo zindîkirina lihevhatina seqet a navkî di gel rejîma Îranê hewce ye ku, bihêz derbê li Îranê bixe, ger wisa nebe paşhatên sazanê dê pêsîra hemûyan bigre.

Herwisa “Nikki Haley” bi tekezî gotiye: “Neşarezaiya serkomarê Amerîkayê li derheq Îranê trajîdî ye û hewlên dewleta “Joe Biden” yên bo zindîkirina Bercamê, li dijî berjewendiya Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê li deverê de ye.

Herwis wê siyasetvana Amerîkayê bi tekezî ragihand: “Rejîma Îranê li pey berhemanîna çeka navkî û cibicîkirina sozên wek silogana mirin bo Amrîka û Îsraîlê ye, em divê sazanê bisekinîn, û hewce ye bihêz bin û hêza xwe bo dost û dujminan bidin xuya, divê bihêz jî derbê li Îranê bixin”.