Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Nikki Haley”: Komara Îslamî ya Îranê çavkaniya terorîzma navdewletî ye

17:52 - 21 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: “Nikki Haley” nûnera Amerîkayê di rêkxirawa Neteweyên Yekgirtî de ragihand ku çavkaniya terorîzma navdewletîbûnê û serkutkirina akinciyên Îranê sedema sereke ya dorpêçên ser vê rejîmê ne.

Pêka rapra kanala nûçegihaniya “FOX News”, “Nikki Haley” nûnera Amerîkayê di rêkxirawa NY de, di yekem gotara xwe de piştî vegeriyana bo encumena asayişa navneteweyî, bi tundî êrîş kire ser Îranê, û ragehand: Îran zarokên kêmtemen yên akincî yên wî welatê çekdar dike û ji bo karên terorîstî yên xwe di welatên deverê de bixasmanî di welatê Sûriyê de bi kar tîne.

“Nikki Haley” di dirêjiya qisên xwe de çekdarkirina zarokên kêmtemen ji aliyê dezgeha “Besîc” ya ser bi Spaha terorîstî ya Pasdarên Komara Îslamî bi hênceta bikaranîna serbazî di welatê Sûriyê de, bi tundî êrîş kire ser û got: Dezgeha Besîc zarokên kêmtemen yên akincî yên Îranê bixasimanî penaberên Efxanî di wî welatê de ku temenê wan tenê 14 salî ye, wan çekdar dike û bi mebesta serbazî di welatê Sûriyê de mifahê ji wan werdigire, ew jî ji aliyê Komara Îslamî ve bi karekî pîroz tê navbirin, lê welatên pêşketî wê kiriyarê ret dikin û bi kiryareke kirêt û qirêj dizanin.

Nûnera Amerîkayê di Encumena Asayişa NY de, di pişkeke din a qisên xwe de îşare bi vê yekê kir, ku her kes, alî an jî kompaniyayek digel dezgeha Besîc û Spaha Pasdaran alîkariya abûrî hebe, û di hinartina zarokan bo bereyên şer li Sûriyê û welatên din yên deverê, wan bide kuştin, digel Komara Îslamî ya Îranê dest heye.

“Nikki Haley” eşkere kir ku bi şêweya perwedekirin û pêgehandina zarokan di Îranê de, bi hênceta hinartina wan bo bereyên şer an bikaranîna serbazî, 30 sala berî niha ji aliyê Spaha Pasdaran ve dest pê kiriye, got jî: Em tînine bîra we ku di şerê heşt sale yê di navbera Îraq û Îranê de, rejîma Komara Îslamî ya Îranê di hêza xwebexş a mêran de kêm anî, û hewara xwe bire ber jinan û ciwanan, nûciwanan û heta zarokên kêmtemen ên xwandingehan, û ew şandin bereyên şer. Niha jî Komara Îslamî ya Îranê her ew kiryara kirêt dîsan ser ji nû ve dest pê kiriye.

Rejîma cinayetkar ya Komara Îslamî ya Îranê li jêr navê “Rahyanê Nûr” perwerdeya serbazî dide zarokan û nûciwanên kêmtemen yên akinciyê wî welatî, daku bi hênceta parastina berjewendiyê bilind ên xwe di welatên deverê de, û bixasimanî di welatê Sûriyê de, wan bişîne bereyên şer, û heta di vê pêxemê de wan bide kuştin.