
Nûnera Berê ya Amerîka li Saziya Navnetewî, “Nikki Haley” gotiye ku dorpêçên li dijî Îranê karlêker bûne û zivirîn bo “Bercam”ê dê xisarên mezin hebin.
Roja Pêncşemî, 17ê Kanûna Pêşîn, Nûnera Berê ya Amerîka li Saziya Navnetewî, “Nikki Haley” di festîvala navnetewî ya “Dîplo Têk” daye zanîn ku zivirîn bo “Bercam”ê dê bibe karesat.
“Nikki Haley” wiha jî gotiye: “Tehrîmên dewleta “Donald Trump” li dijî Îranê, ew xistiye qedeman”.
Herwisa di wê festîvalê de, Nûnerê berê yê Îsraîlê li saziya Navnetewî, “Danny Danon” li tekezî li ser gotinên “Nikki Haley” ragihand: “Li derheq pirsa Îrana navikî, Îsraîl nikare ti şaşiyekê bike”.
Mebesat “Danny Danon” eva ye ku nahêle rejîma Îranê bigihe bi bombeya navkî.