Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa ard di bazarên Îranê de nêzî ji 60% bilindtir bû

11:41 - 24 Nîsan 2022

Bilindbûna nirxa “genim” di Îranê de bandor li ser nirxa “ard” jî daniye û di niha de nirxa ard nêzî ji 60% bilind bûye.

Pêka nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê nirxa telîsek ardê 40 kîloyî di bazarên Îranê de ji 57% bilind bûye û di heyama mehekê de wate ji 5ê Xakelêwa heta 2ê meha Banemerê ji 385 hezar Tumen gihaye bi 605 hezar Tumenî.

Bilindbûna nirxa genim di Îranê de bandor li ser nirxa “ard” daniye û nirxa kîloyek genimê dewletî ji 2700 Tumenî ve gihîştiye bi 12 hezar Tumen.

Di vê derheqê de Serokê Navenda Çandina Genim ya rejîma Îranê îdia kiribû, ku “ew bilindbûna nirxa genim ti bandorek li ser nirxa ard dananê”, lê wekî tev îdia û gotinên wan çewit bûn û bandorek nerênî daniye.

Di Îranê de dem bi dem nirxa hewcehiyên xelkê bilindtir dibin û ev yeka bûye sedem ku digel bilindbûna wan nirxan, sifireya jiyana xelkê biçûktir be û êdî nikarin gelek tiştan dabîn bikin.