Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa av û berq û xwarinan dîsan bilindtir bûye

12:27 - 25 Îlon 2021

Di meha derbasbûyî de nirxa berq û av %11 bilindtir bûye û nirxa piraniya xiwarinên wekî şîr, hêk û goştê mirîşkan jî %10 giran bûne

Di wê mehê de, nirxa berq û avê, û xiwarinê wekî şîr, penîr û hêk, %10 bilindtir bûne,di heman demê de ji di vê rewşa koronayê de û destpêka xwendinê hewcehiyên ders xiwanan çend qat girantir bû

Bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê dijwariyeke hevpar a hemû xelkê rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, nirxa hewcehiyan di her mehê û gelek caran her heftiyê  tê guherîn, tenê di meha derbasbûyî de li gorî Navenda amara rejîmê, nirxa nêvinciya  berhemên şîr û hêkan wekî xwarina erzan %10 bilindtir bûye. bilindbûna nirxa berhemên şîr, bi biryara Yekîtiya Pîşesaziyên Îranê bûye.

Herwisa bilindbûna nirxa  %11 ya berq û avê di Îranê de yek ji pirsgirêkên din ên micid in,li gorî amara rejîma Îranê, nêvinciya nirxa av û berqê 35,4 bilind bûye, û enfilasyona mehane ya wan kelûpelan %3.3 e, enfilasyona salane %39,5 bilindtir bûye.

Roj bi rojê rewşa jiyana xelkê Îranê dijwar û sext dibe nirxa piraniya hewcehiyên jiyanê di Îranê de berdewam bilind dibe û xelk di rewşekî xirap de dijîn rejîma îranê jî wekî hertimî ev yek bo girîng nîne û piştguh xistiye.