
Kurdistanmedia: Lêjneya wezîrên rejîmê di biryarekê de rê dane wezareta Enirjiyê, da ku nirxa av û elekterîkê heta %7 zêde bike.
Di destpêka sala 1397`an de, lêjneya wezîrên rejîma Îranê, di biryarekê de îzin dabû Wezareta Enirjiyê, ku ji destpêka meha Banemerê ve, dikare heya %7 nirxa av û elekterîkê zêde bike, Wezareta Enirjiyê jî li gora vê biryarê dest kiriye bi zêdekirina nirxa av û elekterîkê.
Ew biryar û nirxên Wezareta Enirjiyê di demekê de ne ku xelkê Îranê digel kirîza avê û qutbûna elekterîkê berbirû ne, û rejîm jî bedela vê ku hewlê bide bo çareserkirna kêşeyan, berevajî kêşe û kirîzan zêde dike, û zextê dixe ser xelkê.
Derheq kêmiya av û elekterîkê, li dirêjiya îsal de, ku li piraniya bajarên Îranê de hatiye pişk-pişk (cîrebendî)kirin, xelk bi berdewamî nerazîbûna xwe nîşan didin, lê berpirsyarên rejîma Îranê û aliyên pêwendîdar bi pirsa av û elekterîkê, bedela çareserkirina van kirîzan, bi girantirkirina nirxan, zextê li ser xelkê çend qat zêdetir dikin.