Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa avahiyan di Îranê de girantir dibe

10:49 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Nirxa avahiyan di Îranê de rojane giran dibe, û ew yek bûye sedema rûkirina xelkê bo derveyî bajarên mezin.

Li gora raporan, navgîna mêtreke çargoşe ya yekîneyeke avahiyan (wahidê meskûnî) di Tehranê de, di Xezelwera îsal de, li çav sala borî %91.5 zêde bûye.

Li ser bingeha rapora Banka Navendî ya Îranê zêdetirîn radeya zêdebûna nirxan di navçeya 9 ya Tehranê de bûye ku %111 e, û kêmtirîn nirx jî di navçeya 19 ya Tehranê de bûye, ku ew jî %42.2 bûye.

Li ser bingeha vê navgîna nirxa avahiyan, nirxa mêtreke çarca ya yekîneyeke avahiyan (wahidê meskûnî) di Tehranê de, Xezelwera îsal 9 milyon û 180 hezar Tûmen e.

Her di vê derheqê de, serokê Saziya Perwerdehiya parêzgeha Elborzê jî ragehandiye ku hejmara dersxwanan di Elborzê de zêde bûye, û ew yek nîşana koçberbûna berev cihên din e.

Her li ser bingeh amara Banka Navendî ya Îranê, kirêya avahyan jî li çav sala borî %17 girantir bûye.